05:10 20 Tebax 2017
Zindî
    Sri Lanka bobelat, hezaz, şape

    Li Srî Lankayê 146 kesan di bobelatê de can da

    © REUTERS/ Dinuka Liyanawatte
    Ekolojî
    Lînkê kurt
    0 2061

    Di encama bobelata li welatê Başûrê Asyayê Srî Lankayê de hat ragihandin ku hejmara mirîyan gihîştiye 146 kesan.

    Di rapora Rêveberîya Navenda Afatê ya Srî Lankayê de hat eşkerekirin ku di encama bobelata roja borî ya ku ji ber şilîya zêde bûye sedema şape û lehîyan de, 146 kesan can daye û 12 kes jî hîn winda ne.

    Di raporê de hat gotin, ji ber rewşa xerab a hewayê 52 kes birîndar bûne û lehî û şapeyan bandor li ser 442 hezar û 299 kesan kiriye.

    Herwiha hat diyarkirin, bi kêmî 100 hezar kes jî ji malên xwe aware bûne û ji bo hin deverên ava rûbaran bilind bûye jî biryara tehlîyekirinê hatiye standin.

     

    Bi heman mijarî:

    Serokê ENKSê: Em ê binpêkirinan bigihînin ber destê civaka navdewletî
    'Îran dîrok û xwezaya Kurdistanê talan dike'
    Baroya Amedê: Divê pêvajoyeke nû ya çareserîyê destpê bike
    Ji Çînê bangewazîya G7an: Soza xwe bicih bînin, daxuyanîyan nedin
    Li Iraqê êrîşa xwekujî: Herî kêm 4 kes mirin
    Wêneyê nû yê êrîşkarê Manchesterê hat belavkirin
    Etîketan:
    Sri Lanka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de