18:17 17 Çile 2018
Zindî
    mar-kobra

    Mirovan bi destê xwe, şûşak av dan marê ku dikira ji tîna bibeeciya

    © Flickr/ Michael Ransburg
    Ekolojî
    Lînkê kurt
    0 71

    Li Hindistanê mirovan, avê dan marekî ku dikira ji ber bêaviya bixeniqiya. Mar şûşek mezin a avê ji destê mirovên derdorê vexwar û dîsa vekşiya qûla xwe.

    Hişkesayiya li Hindistanê bandorê li kobrayên ku wekî heywanên duyemîn ên bijehr ên cîhanê ne, jî kir.

    Li Hindistanê marekî 3.7 metreye ji ber bêaviyê xwe avêt nava gund. Li ser vê yekê parastvanên heywanan bi destê xwe şûşak av dan mar û tîbûna wî birin.

    Li gel vê yekê, dîsa jî bi teriya mar girtin da ku ew zirarê nede ti kesan.

    Hêjayî gotinêye ku dirêjtirînê marên Kral Kobra 6 metre ye û ew dikarin fîlekê di nava 3 saetan de bikujin. Li Hindistanê salê herî kêm 5 kes ji ber jehra kobrayan jiyana xwe ji dest didin.

    Bi heman mijarî:

    Marê pîton, ciwanekî 25 salî daqurtand
    Etîketan:
    bêavî, marê kobra, hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de