10:27 22 Tebax 2017
Zindî
    gemarîbûna hewayê-çîn

    Ji ber gemarîbûna hewayê dibe ku heta çend salên din, 50 hezar kes bimrin

    © REUTERS/ Jason Lee
    Ekolojî
    Lînkê kurt
    0 3350

    Greenpeace li gel Zanîngeha Harwardê li ser gemarîbûna hewayê lêkolînek kirin. Di encama lêkolînê de derket holê ku dibe ku heta 10 salan ji ber hewayê 50 hezar kes jiyana xwe ji dest bidin.

    Li gorî lêkolîna hevpar ya rêxistina Greenpeace û Zanîngeha Harwardê, ger projeyên santrala komirê ya li Rojhilata Başûr û Asyaya Rojhilat têkevin meriyetê, dê ji ber gemarîbûna hewayê heta sala 2030an bi qasî 50 hezar kes jiyana xwe ji dest bidin.

    Hat gotin ku ger proje bêne betalkirin dê 50 hezar kes ji mirinê rizgar bibin.

    Ji ber emîsyonên ku santralên termîk yên komirê her sal li Rojhilatê Başûrê Asya, Koreya Başûr, Japonya û Taywanê ji 20 hezaran zêdetir kes jiyana xwe ji dest didin. Tê gotin ku ger santralên nû bêne avakirin heta sala 2030an dê hejmara kesên ji ber gemarîbûna hewayê jiyana xwe ji dest bidin, 70 hezaran derbas bike.

    Bi heman mijarî:

    Arkeolog li Sîdekanê ji bo dîrok û ekolojiya Kurdistanê lêkolînan dikin
    Etîketan:
    mirina ji ber hewayê, şertên jiyanê, gemarîbûna hewayê, asya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de