17:47 23 Îlon 2017
Zindî
    Gola Wanê

    Li ser medyaya civakî kampanyaya 'Bila Girava Axtamarê nebe çol' dest pê kir

    © Flickr/
    Ekolojî
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Komeleya Çalakvanên Gola Wanê, bi dirûşmeya ‘Bila Giravana Axtamarê nebe çol' kampanyayek da destpêkirin. Lê kampanya ji aliyê Midûriyeta Çand û Turîzmê ve hate redkirin. Li ser vê yekê komele jî, bo dengê xwe bide bihîstin, li ser medyaya civakî kampanyayek îmzeyê da destpêkirin.

    Komeleya Çalakvanên Gola Wanê,  bo Girava Axtamarê ya li navçeya Gewaş a Wanê ya ku dêra dîrokî ya Ermeniyan jî li ser e, kampanyayek da destpêkirin.

    Kampanya bi  dirûşmeya ‘Bila Girava Axtamarê nebe çol' dest pê kir û di çarçoveya kampanyayê de tê payîn ku hejmara dar û berên li giravê bên zêdekirin.  Lê ev proje ji aliyê Midûriyeta Turîzm û Çandê ya Wanê ve bi hinceta ‘girav herêmek dîrokî ye û ew di binê parastinê de ye' hate redkirin.

    ​Piştî redkirina midûriyetê Serokê Komeleya Çalakvanên Gola Wanê Erdogan Ozel, bo deng û armanca xwe bigihînin Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê kampanyeya îmzeyê da destpêkirin.

    Kampanyeya îmzeyê li ser medyaya civakî hate destpêkirin û heta niha bi hezaran kes piştevaniya çalakiyê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Wanê operasyona DAIŞê: 12 kes hatin binçavkirin
    Li Wanê di nava 6 seetan de 7 caran erdhej pêk hat
    163 xebatkarên bi peyman yên Şaredariya Wanê ji kar hatin avêtin
    Li Wanê 223 xebatkarên şaredariyê ji kar ahtin avêtin
    Li Wanê erdhej pêk hat
    Etîketan:
    çandin, şênkayî, dar û ber, bila gola wanê nebe çol, gola wanê, gewaş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de