13:52 24 Hezîran 2018
Fish

Kormasîyê Kurdistanê bû mijara vekolînan

© Foto : Courtesy of the Museum of Moscow
Ekolojî
Lînkê kurt
0 0 0

Muzexaneyeke Almanî û pisporên Ewropî li ser Kormasîyê Kurdistanê dest bi vekolînê kirin.

Muzexaneya Alexander Koenig a Vekolîna Zoolojîk bi daxuyanîyekê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê li dorûbera Çiyayê Zagrosê yekem cureyê masîyekî peyde bûye ku bi navê Kormasîyê Kurdistanê hatiye pênase kirin.

Di daxuyanîya muzexaneyê de tê gotin, ew cure masî ji ber barîna baranê derdikeve rûyê erdê û di rewşên asayî de piraniya wan masîyan dibin êm ji teyrikan re.

Bîyologê Kurd Korş Ararat ew Kormasîyê Kurdistanê ji bo vekolînkirina li ser DNA'ya wan biriye Muzexaneya Almanî ku ew masî bi navê ‘Eidinemacheillus proudlovei' hatiye tomar kirin.

Herwiha pisporê Enstîtuya Leibniz Jorg Freyhof jî li ser Kormasîyê Kurdistanê dibêje, ji ber ku ew cure masî di nav birkên avê yên şikeftan de dijî ne pêkane vekolîn li ser tewên bakteriyên ku li ser avê dihêle bê kirin.

Bi heman mijarî:

Li Silêmaniyê Yekemîn Konferansa Zanist û Sirûştê ya Navdewletî
Etîketan:
Zagros, Kormasîyê Kurdistanê, Masî, pisporê Enstîtuya Leibniz Jorg Freyhof, Korş Ararat, Alexander Koenig, Çiyayê Zagrosê, KURDISTAN
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de