14:38 19 Sibat 2018
Zindî
    şewat-daristan

    Rûsyayê ‘destê alîkariyê' dirêjî Portekîzê kir

    © Foto: torosgazete.com
    Ekolojî
    Lînkê kurt
    0 10

    Rûsyayê ji bo vemirandina agirê li daristanên Portekîzê berdewam dike, 2 balafir şand ku dikare 12 hezar lîtir avê hilgire.

    Navenda Nûçeyan — Rûsyayê destê alîkariyê dirêjî Portekîzê kir ku teslîmî şewata daristanan bûye. Di çarçoveya alîkariyê de Moskovayê 2 balafirên B-200 şand herêmê ku dikare 12 hezar lîtir avê hilgire. Çavlirêye ku balafir di nava 12 saetan da mudaxeleya êgir bike.

    DI ŞEWATÊ DE 3 KES MIRIN

    Li gorî nûçeya Euronewsê, heta niha di encama şewata daristanan de 3 kes mirin. Herwiha bi sedan kes jî birîndar bûn. Hikûmeta Lîzbonê ji bo vemirandina agirê li 150 ciyan berdewam dike, bang li qada navdewletî kiribû û alîkarî xwestibû. Di vê çarçoveyê de heta niha Îtalyayê, Spanyayê û Fasê alîkarî şandibûn.

    Li Ewropayê ji bilî Portekîzê li Spanyayê jî agir bi daristanan ketiye. Li herêma Galîçyayê li 9 ciyên cuda daristan dişewitin û hîna jî ev agir nehatiye kontrolkirin.

    Hefteya derbasbûyî jî il başûrê Fransayê, nêzîkî Marsilyayê li gelek deveran daristan şewitîbûn. Lê ev şewat hatiye kontrolkirin. Di encama şewatê de hate ragihandin ku yek du agirkuj birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Bexdayê agir bi nexweşxaneyê ket: 12 zarok mirin
    Li daristana Farqînê agir derket
    Ji ber topbarana artêşa Tirkiyeyê agir bi gundên Herêma Kurdistanê ket
    “Motîve bûn” û li ser agir meşiyan, niha li nexweşxaneyê ne
    Li Almanyayê li embara penaberan agir derket: 21 kes jehirîn
    Etîketan:
    alîkarî, balafir, agir, şewat, daristan, Euronews, Moskova, Hikûmeta Lîzbonê, Rûsya, Fransa, Marsîlya, Spanya, Galîçya, Portekîz
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de