00:03 22 Sibat 2018
Zindî
    Gola Koyaşê ya Kirimê

    Pûtîn, 2017 wekî sala ekolojiye îlan kir

    © Sputnik/ Sergey Malgavko
    Ekolojî
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, ji bo ku bala raya giştî bikşîne ser pirsgirên xwezayê, 2017 wekî sala ekolojiye îlan kir.

    Moskova — Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, ji bo ku bala raya giştî bikşîne ser pirsgirên xwezayê, 2017 wekî sala ekolojiye îlan kir û bi vê armancê talîmata avakirina lijneyekê da û Serokê Rêvebiriya Kremlînê Sergey Îvanov wekî serokê lijneyê tayin kir.

    Her sal armanceke cuda

    Pûtîn, ji sala 2008an ve her sal mijareke cuda hildibijêre û bala raya giştî ya Rûsyayê dikşîne ser. Pûtîn sala 2008an malbat, 2009 ciwan, 2010 mamosta, 2011 kozmonot, 2012 dîroka rûsî, 2013 parastina xwezayê, 2014 çand, 2015 wêje, 2016 sînema û sala 2017an jî wekî sala ekolojiye îlan kir.

    Serokê xwezaparêz, Pûtîn

    Pûtîn, di sala 2014an de pilingên Ustin, Borya, Kuzya, İlona û Svetleya ku pêvajoya rehabîlîteyê bi serkeftî qedandin bi destê xwe berdabûn xwezayê.

    Her wiha Pûtîn, ji sala 2010an û vir ve serokatiya Sponsorên Civaka Erdnîgariya Rûsyayê dike û tev lî feeliyetên xwezayê yên saziyê dibe.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn hedefa nû diyar kir: 'Bila balafir bifirin her derê'
    Pûtîn: Tirkiyeya ku balafira me xist, çû NATOyê
    Pûtîn: Ji xeyrî dijmin dîtinê, rêyeke din bibînin
    Pûtîn bi hemleyên nedîtî reqîbên xwe mat dike
    Pûtîn îxanetê tu wext nabexşîne
    Etîketan:
    Serokatiya Dewleta Rûsyayê, Serokê Rêvebiriya Kremlînê, Sergey Îvanov, Vladimîr Pûtîn, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de