12:14 26 Îlon 2017
Zindî
    Ala Kurdî - alaya kurdistanê - kurdistan

    Arkeolog li Sîdekanê ji bo dîrok û ekolojiya Kurdistanê lêkolînan dikin

    © AFP 2017/
    Ekolojî
    Lînkê kurt
    0 3901

    Li Herêma Soran û navçeya Sîdekan dîroka jiyana gundewariyê digihêje beriya zayînê û niha tîmeke amerîkî lê karê lêkolîn û lêgerînan dikin.

    Li gorî nûçeya Mihemed Hesnanî ya ku di basnews.comê de hatiye weşandin, tîmeke şûnwarnasên amerîkî bi alîkariya Rêveberiya Şûnwarnasiya Soran, li devera Soran karê lêkolîn û lêgerînê dikin.

    Rêveberê Navçeya Sîdekan Karwan Kerîmxan ragihandiye ku roja 13ê Cotmeha 2015an  tîmeke pispor û şûnwarnasên amerîkî ya bi serperiştiya Michael Danty, bi armanca lêkolîna bermayên dîrokê û dîroka herêmê, li gundê Bîwas a ser bi Sîdekan, dest bi lêkolîn û lêgerînan kirine.

    Kerîmxan got ku tîmên Rêveberiya Şûnwarnasiya Soran jî hevkariya vê tîma amerîkî dikin.

    Rêveberê Navçeyê ragihand ku cih û deverên ku lêkolîn têne kirin, dîroka wan digihêje beriya zayînê bi sedan salan û got: ‘ Li devera Sîdekan çendek berhem û şûnwarên girîng ên dîrokî hene. Dê li ser van jî lêkolîn bêne kirin.'

    Li gorî ekolojîstên herêmî, encamên lêkolîn û lêgerînan dê ji bo ekolojiya Kurdistanê ya kevnare gelek agehiyan bidin.

    Bi heman mijarî:

    Hikumeta Iraqê, budçeya Kurdistanê ya 2016an diyar kir
    Kurdistan: Temsîla cihûyan qebûl kir
    Di encama hevdîtina Tirkiye û Almanyayê de Kurdistan derket
    Îran: 'Nabe Herêma Kurdistanê bibe cihê aloziyan'
    Hewramî: 'Kurdistan gav bi gav ber bi serxwebûnê ve diçe'
    Komîsyona Şefafiyetê ya Kurdistanê: 'Bila miaşê 3 mehan demildest bê dayîn'
    Barzanî: ‘Êdî dema nirxandina rewşa Kurdistanê hatiye'
    Amerîka ji bo siyasetmedarên Kurdistanê: ‘Nakokiyan kûrtir nekin, aramiyê biparêzin'
    Partiya Sosyalîst a Kurdistanê êdî li Amedê siyasetê dike
    KURDİSTAN - 12 milyon dolar...
    Etîketan:
    Soran, Sîdekan, şûnwar, Ekolojî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de