01:24 20 Hezîran 2018
Messi û Neymar

Li Bangladeşê piştgirên Messi û Neymar bi kêran pevçûn: 2 kes birîndar bûn

© REUTERS / Gustau Nacarino
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Beriya destpêka Kûpaya Cîhanê li Bangladeşê bûyerên ecêp diqewimin. Li welêt alîgirên Brezîlya û Arjantînê bi kêran êrîşî hev kirin, herwiha hin hemwelatî jî ji alên herdu welatan acizbûn ku li her kolanên hatine daliqandin.

Hemwelatiyên Bangladeşê ku tîma wan di Kûpaya Cîhanê de jî cih nagre, ji bo du welatên Amerîkaya Latîn, Arjantîn û Brezîlyayê bi hev ketin. Li gor daxuyaniya polîsê Bangladeşê li herêma Bandar a paytext Dakkayê, alîgirên fitbolîstê arjantînî Lionel Messi û stêrkê brezîlyayî Neymar bi kêran pevçûn.

​Di encama bûyerê de bav û kurê wî birîndar bûn. Ji aliyê din ve zarokê 12 salî ku xwest ala Brezîlyayê li stûnê kêleka rê daliqinî, bi ceryanê ket û jiyana xwe ji dest da.

​Rayedarekî polîsan destnîşan kir ku alîgir xwe ji bo bûyerên mezintirîn amade dikin, li bajarokê rakeşî û kelecanek di asta herî bilind heye.

​Herwiha hin hemwelatî ji vê rewşê gilîdarin û xwestin daliqandina alên tîmên biyanî li welatên wan bên qedexekirin.

Etîketan:
kêr, şer, pevçûn, fitbol, Neymar, Messi, Bangladeş
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de