00:40 18 Hezîran 2018
Donald Trump û Kim Jong un

KCNA: Kim û Trump bo serdana welatên xwe li hev kirin

© REUTERS / Kevin Lim/The Straits Times
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hevdîtina dîrokî ya Kim-Trump di çapemeniya Koreya Bakur de piştî rojekê bi berfirehî cih girt. Ajansa fermî ya Koreya Bakur KCNA daxuyand ku serokê DYA Donald Trump û serokê Koreya Bakur Kim Jong-un hevdû vexwendin welatên xwe û herdû lîderan pêşniyazên hev qebûl kirine. KCNAyê eşkere kir ku DYAyê rakirina mueyîdeyên ser Koreya Bakur pejirandiye.

Donald Trump-Kim Jong Un in
© AP Photo / Evan Vucci, Wong Maye-E, File
Çapemeniya herêmî ya Koreya Bakur her çiqas li dijî hevdîtinê bêdeng ma û hat rexnekirin îro bi berfirehî cih da hevdîtinê. Ajansa fermî KCNA di nûçeya xwe de hevdîtina herdû serokan wek serkeftinekê bi nav kir û destnîşanî tawîzên Trump kir. Di nûçeya KCNAyê de hat gotin ku Kim Jong-un Trump ji bo demek guncwa vexwend Pyongyangê, Trump jî Kim bo serdana DYAyê vexswend û herdu serokan pêşniyazên hev qebûl kirine.

'EZ BI DAXWAZIM LÊ NIHA RAKIRINA MUEYÎDEYAN NE PÊKAN E'

Herwiha ajansê eşkere kir ku Trump rakirina mueyîdeyên ser Koreya Bakur pejirandiye. Trump jî piştî hevdîtinê di civîna çapemeniyê de eşkere kir ku dixwaze mûeyîdeyên ser Koreya Bakur rake, lê niha ne pêkan e. Piştî lûtkeyê Trump ji Fox Newsê re axivî û got, tetbîkatên bi Koreya Başûr re dê rawestîne û heke muzakere bi nêtek baş berdewam bikin dê lîstikên şer zêde neajon.

Bi heman mijarî:

‘NATO bi lutkeya Kim û Trump kêfxweş e’
Hevdîtina Trump û Kim Jong-un li Sîngapurê hat lidarxistin
'Kim, bo hevdîtina duyem, Trump vexwend Pyongyangê'
Trump: Hevdîtin bi dilê min be, ez ê Kim vexwînin Koşka Spî
Etîketan:
mueyîde, hevdîtin, Kim Jong-Un, Donald Trum, Koreya Bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de