20:30 20 Hezîran 2018
Girtîgeh - Heps

Serokomar ji bo Cejna Remezanê 226 mehkûm efû kirin

© AFP 2018 / Philippe LOPEZ
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Serokomarê Ozbekistanê Şevket Mîrzîyoyev bi munasebeta Cejna Remezanê 226 mehkûm efû kirin.

Li gor agahiyan yekemîn car e ji bo Cejna Remezanê li Ozbeistanê efû derdikeve. Serokomar Mîrzîyoyev pêşnûmaya efûkirina mehkûman îmze kir. Li gor pêşnûmayê 226 mehkûmên ku ji sûcê xwe poşman bibe dê were efûkirin.

Di vê çarçoveyê de 102 mehkûm dê serbest û 71 mehkûm jî bi şert dê werin tehliyekirin. Herwiha cezayê 39 mehkûman dê were guherandin û yê 14an jî kêm dibe.

Li gor biryarnameya serokomariyê ku hatiye îmzekirin ji yên ku hatine efûkirin 40 jê ji 60 salî mezintir, 39 biyanî, 37 jin û 51 jî ji endamên rêxistinên derqanûnî pêk tê. Herwiha saziyên dewlet ji bo derûnî û xebata mehkûman jî dê bibin alîkar. Li Ozbekistanê berê di rojên Destûra Bingehîn û serxwebûnê de efû dihat derxistin.

Bi heman mijarî:

Ji bo mehkûmên FETOyî li Tirkiyeyê 50 girtîgeh têne vekirin
Buldan: Cihê parlamentaran ne girtîgeh in, parlamento ye
Sizaya ateîzmê li Erebistanê Siûdî: 2.000 qamçi û 10 sal girtîgeh
Cezayê gumanbarê Mutlu Kayayê diyar bû: 15 sal girtîgeh
Qamişlo tê topbarankirin û YPGê girtîgeh rizgar kir (HAT NÛKIRIN)
Etîketan:
Li Ozbekistanê 226 mehkûm hatin efûkirin, Ozbekistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de