22:52 21 Hezîran 2018
milîtan

Avahiya qeymeqamiyê rastî êrişê hat: 5 polîs hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn

© Flickr/ ResoluteSupportMedia/Master Sgt. Christopher DeWitt
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li navçeya Mukur a bajarê Gazneya Afganistanê konvoya ewlehî rastî êrişa bombeyî hat, di encamê de 5 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Walîtiya Gazneyê Arif Nûrî di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got: "Avahiya qeymeqamiya bavçeya Mukurê rastî êrişa wesayîta bombeyî hat."

Arid Nûrî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di encama êrişa wesayîta bombekirî de 5 polîs hatin kuştin û qeymeqamê navçeyê jî di nav de 26 hemwelatî birîndar bûn."

Heta niha kesî berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.

Hêjayî gotinê ye Serokê Dewleta Afganistanê Eşref Ganî hefteya borî banga agirbestê li rêxistina Talîbanê kiribû û Talîbanê jî ji bo hersê rojên Cejna Remezanê agirbest ragihandibû.

Bi heman mijarî:

Li Afganistanê êrîşa xwekujiyê: Herî kêm 8 kes mirin
Vê carê jî şape li Afganistanê rabû
Li paytexta Afganistanê teqîneke bihêz çêbû
Kabulov: Hejmara milîtanên DAIŞê yên li Afganistanê 10 hezarî derbas bûye
Pakistanê êrişî Afganistanê kir: 50 kuştî
Li Afganistanê êrîşa DYAyê: 16 polîs hatin kuştin
Etîketan:
Avahiya qeymeqamiyê rastî êrişê hat, Gazne, Afganistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de