03:03 18 Hezîran 2018
Donald Trump

Trump: Dê lîstikên şer bi dawî bibin

© REUTERS / Jonathan Ernst
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokê Koreya Bakur Kin Jong-un re civîneke rojnamevaniyê li dar dixe.

Ji civîna Trump çend xalên sereke wiha ne:

  • Trump di civînê de spasî li rayedarên Sîngapûrî, Serokwezîrê Sîngapûrê Lee û Serokê Koreya Başûr Monn Jae-in û Serokê Japonyayê Şinza Abe û Serokê Dewleta Çînê Şi Çinping kir.
  • Hevdîtina me ya bi Kîm re dirist, rasterast û karîger bû.
  • Guhertineke rasteqîne pêkan e.
  • Kîm qebûl kir ku qadên ceribandina moşekên atomî ji nav bibe.

TRUM: BEŞÊN DIN ÊN DINYAYÊ BI RASTÎ JÎ DIXWAZE BI KOREYÊ RE PEYWENDIYAN DEYEN

  • Trump, "Em dikarin li şûna tirsên şer û pevçûnan pîrozbahiyên aştiyê deynin." Trump wiha dewam kir: Piştî ku Koreya Bakur dev ji çekên nukleerî berde, tiştekî ku bi ser nekeve tine ye. Beşên din ên dinyayê bi rastî jî dixwaze bi Koreya Bakur re peywendiyan deyne.
  • Trump amaje kir ku Kim dê ji bo gelê xwe bibe ew serokê ku ji gelê xwe re ‘bereket' anîye, dê wisa were bibîranîn.

‘DI DEMEKE NÊZ DE EZ DÊ SERDANA PYONGYANGÊ BIKIM'

  • Trump diyar kir ku di Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un bo Koşka Spî hatiye vexwendin û ev vexwendin hatiye qebûlkirin. Trump, "Ez jî amade me di demeke guncaw de serdana Pyongyangê bikim."

‘LÎSTIKÊN ŞERÎ YÊN BI KOREYA BAŞUR RE DÊ BI DAWÎ BIBIN'

  • Trump amaje kir ku tetbîqatên leşkerî (lîstikên şer) yên bi Koreya Başur re dê bi dawî bibin. Trump, "em dê lîstikê şer bi dawî bikin. Ev yek dê bi awayekî nûwaze teserûfê ji me re bîne."

 ‘MUEYÎDE DÊ BIDOMIN'

  • Serokê amerîkî Trump derbarê mueyîdeyên ku ji bo bernameya çekên nukleerî û moşekên balîstîk bidomin. Trump, "Heta ku em ji tinekirina çekên kîmyewî piştrast bibin dê mueyîde bidomin. Ez li çaverê me ku wan rakim."
Etîketan:
Hevdîtin, Kîm Jong-un, Donald Trump
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de