22:09 18 Hezîran 2018
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un

Malezya, balyozxaneya xwe ya Pyongyangê cardin vedike

© REUTERS / Jonathan Ernst
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Malezyayê Mahathir Muhammed daxuyand ku Malezya li Koreya Bakur dê cardin balyozxaneya xwe veke û divê têkiliyên me yên bazirganiyê jî cardin dest pê bikin.

Serokwezîrê Malezyayê Mahathir Muhammed ji kovara Nikkei Asia Review a Japonyayê re axivî û têkildarî hevdîtina serokê DYAyê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un de got ku divê bi gûman li helwesta Koreya Bakur neyê nêrîn. Mahathir, destnîşanî pêwendiyên di navbera Koreya Bakur û Malezyayê de kir û got, "Malezya li Pyongyangê dê balyozxaneya xwe cardin veke. Divê em bi Koreya Bakur re têkiliyên bazirganiyê jî bidin destpêkirin."

'PYONGYANG, DYA Û KOREYA BAŞÛR, ZÊDE XERCIYA ÇEKAN DIKIN'

Mahathir, eşkere kir ku mafê Koreya Bakur heye, wek DYAyê berjewendiyên xwe biparêze: "Heke Koreya Bakur ji çekên nukleerê paş de gavan biavêje gengeşiya li herêmê dê kêmtir bibe. Pyongyang, divê bi tenê ji bo şer xerciyan neke. Pyongyang, DYA û Koreya Başûr ji ber gengeşiyê, zêde xerciya çekan dikin.

Bi heman mijarî:

Hevdîtina Trump û Kim Jong-un li Sîngapurê hat lidarxistin
'Kim, bo hevdîtina duyem, Trump vexwend Pyongyangê'
Trump: Hevdîtin bi dilê min be, ez ê Kim vexwînin Koşka Spî
'Pûtîn û Kim Jong dibe di meha Îlonê de bên ba hev'
Etîketan:
balyozxane, bazirganî, têkilî, pêwendî, Mahathir Muhammed, Malezya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de