03:28 18 Hezîran 2018
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un

Trump û Kîm ‘rêkeftineke girîng û berfireh' îmze kirin

© REUTERS / Anthony Wallace
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Civîna di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un li Singapurê hat lidarxistin. Piştî civînê herdu serokan diyar kir ku wan metneke hevpar îmze kiriye lê naverok nehat eşkerekirin. Trump ragihand ku metên rêkeftine ‘metnekî berfireh e.'

Di tarîxê de caran yekem serokekî Koreya Bakur û serokekî Amerîkayê li hev civiyan. Piştî hevdîtinên di navbera şandeyan û xwarina xebatê serokan metnekî hevpar îmze kirin lê derbarê naverokê de agahî nehatin parvekirin.

‘EM DÊ PIRSGIRÊKA MEZIN ÇARESER BIKIN'

Trump, "Piştî demeke kurt hûn dê her tiştî bibînin. Me nameyeke berfireh û hevpar îmze kir. Bi ya min dê bandora li herdu aliyan jî bike. Herdu aliyan jî hewil dan, bi nêteke baş nêzî mijarê bûn. Em jî rûdanên îro kêfxweş in." Serokê Amerîkayê bal kişande ser pêvajoyê û got, "Em dê pirseke mezin çareser bikin û em dê vêya ji bona dinyayê bikin."

‘JI BO KU LIGEL WE ME KÊFXWEŞ IM'

Trump da xuyakirin ku di navbera wî û Kîm de peywendiyeke taybet heye û teqezî li ser wê yekê kir ku bêçekbûna nukleerî ya Koreya Bakûr dê di zûtirîn demê de dest pê bike. Lê nayê zanînku ev yek dê were wê wateyê ku hemû çekên nukleerî werin jinavbirin an na.

Donald Trump
© AFP 2018 / MANDEL NGAN
‘ME BIRYAR DA KU RABORÎ LI RABORIYÊ BIMÎNE'

Trump herwiha ev tişt gotin:

"Me hevdîtinên têr û tije pêk anîn û ji bo me herduyan jî encamên baş derketin. Ji bo ku li gel we me (Kim Jong-un) ez kêfxweş im, spasiya we dikim."

Kîm jî hevdîtin weke ‘tarîxî' bi nav kir, "Me biryar da ku raborî li raboriyê bimîne. Em dikin belgeyeke tarxî îmze bikin. Dê guhertinên mezin pêk werin. Ji bo hevdîtine ez spasiya Trump dikim."

Trump herwisa diyar kir ku ew dê Kîmî bo Koşka Spî vexwîne û dê li wir jî hevdîtinê pêk bîne, "Kîm yekî bi qabîliyet e û ji welatê xwe hez dike"

‘METNA KU NAVEROKA WÊ HÊJ NEHATIYE DIYARKIRIN: KOREYA BAKUR HEMÛ ÇEKÊN NUKLEERÎ JI NAV DIBE

Di vê navberê de her çiqasî bi awayekî nehatibe eşkerekirin jî, wiha dixuyê ku Kim ‘dê hemû çekên nukleerî ji nav dibe' û tê gotin ku Amerîkayê jî soza ewlekariya dide Koreya Bakurî.

4 xalên rêkeftinê wiha ne:

  • Dê Amerîka û Komera Gel a Koreya Bakur (KDHC) di warê aştî û refahê de peywendiyên nû deynin.
  • Amerîka û Koreya Bakur ji bo aştiyeke mayînde û seqamgeriya Nîvgirava Koreya Başur dê bi awayekî hevpar hewil bidin.
  • Li gorî Deklarasyona Panmunjomê ya 27ê Nîsana 2018an Koreya Bakur teahûd dike ku hemû çekên atomî ji nav bibe.
  • Amerîka û Koreya Bakur teahud dike ku êsirên şer ji di nav de kesên ku hatine diyarkirin, vegerin welatên xwe.

 

Bi heman mijarî:

Trump: Krîza dil derbas kir
Hevdîtina Trump û Kim Jong-un li Sîngapurê hat lidarxistin
‘Dê Trump ji Sîngapûrê zû vegere’
'Kim, bo hevdîtina duyem, Trump vexwend Pyongyangê'
Ji Merkel bo Trump: Em ê bergiriyên tund wergirin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de