00:45 18 Hezîran 2018
Donald Trump-Kim Jong Un in

'Kim, bo hevdîtina duyem, Trump vexwend Pyongyangê'

© AP Photo / Evan Vucci, Wong Maye-E, File
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor çapmeniya Koreya Başûr, lîderê Koreya Bakur Kim Jong-unê ku sibê li Singapûrê dê bi serokê DYAyê Donald Trump re bê ba hev, bo hevdîtina tûra duyem, Trump vexwend paytextê Koreya Bakur Pyongyangê.

Rojnemaya Chosun Ilbo ya Koreya Başûr, agahiyên çavkaniyên ku nêzî mijarê ne bi xwendevanên xwe re parve kir. Li gor nûçeya rojnameyê vexwendin, di nameya ku cîgirê Kim ê pîle bilind, Kim Yong Chol radestî Trump kir de cih girt.
Li gor agahiyan, herdu lîder bo hevdîtinên tûra duyem di meha tîrmehê de li Pyongyangê dibe ku bên ba hev. Çavkaniyê ku ji rojnameyê re axivî got ku piştî teqezkirina hevdîtina li Pyongyangê, hin mijar dê neyên axaftin an jî biryara dawî dê di hevdîtina tûra duyem de bê dayin.

'HEVDÎTINA SÊYEM JÎ LI WASHINGTONÊ YE'

Her wiha bi pêkhatine hevdîtina tûra duyem ve hevdîtinek din jî tê payin ku di meha îlonê de li Washingtonê pêk were. Ji aliye din ve hevdîtina serokê DYAyê Donald Trump û serokê Koreya Bakur Kim jong-un sibê li gor saeta herêmî di 09.00an de dê pêk were. Herdu lîder dê cara ewil hevdîtina rûbirû pêk bîne. Hevdîtin bi beşdarbûna herdu lîder û wergêran dê bê lidarxistin û nêzî du saetan dê biajo.

Bi heman mijarî:

Trump: Hevdîtin bi dilê min be, ez ê Kim vexwînin Koşka Spî
'Pûtîn û Kim Jong dibe di meha Îlonê de bên ba hev'
Trump ji hevdîtina Lavrov û Kim kêfxweş nebû
Kremlîn: Lavrov peyama Pûtîn ji Kim re bir
Etîketan:
nukleer, hevdîtin, Kim Jong-un, trump, Koreya Bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de