20:25 20 Hezîran 2018
Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un

Serokê Koreya Bakur ji bo lutkeya dîrokî li Sîngapûrê ye

© Sputnik / Iliya Pitalev
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ji bo lutkeya ku dê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re were ba hev, çû Sîngapûrê.

Hat ragihandin ku balafira Kim li balafirgeha Sîngapûrê digel ewelakiriyên zêde daniye û wêneyê Kim Jong-un ê digel Wezîrê Derve yê Sîngapûrê Vivian Balakrishnan di medyayê de hat belavkirin.

Hat zanîn ku Kim bi lîmuzîna xwe ji balafirgehê derketiya û derbasî otêla St. Regis ku berê Serokê Çînê Şi Cinping lê dima bûye.

Lutkeya Trump û Kim 12ê Hezîranê destpê dike ku raya giştî ya navnetewî ji nêzîk ve dişopîne.

Di hevdîtina Trump-Kim de dê mijarên bêçekbûna nukleerî û ewlekariyê werin gotûbêjkirin. Herwiha tê pêşbînîkirin ku di lutkeyê de, ji bo mayîndekirina agirbesta piştî şerê koreyê (1950-53) gav bên avêtin.

Bi heman mijarî:

Danezana hevpar a G7an hat ragihandin
Pûtîn bersiva Trump a ‘Divê Rûsya jî di G7an de hebe’ da: Yên jê derketin ne em bûn
Ji TSKê daxuyaniya êrîşa asmanî ya ser Qendîlê
Prof. Celîlê Celîl bo ciwanê kurd: Tu dixwazî tirkî bi te re qonişmîş bikim, anlamîş dikî!
Şener navên kesên ku bi Erdogan re çûne cem Fethullah Gulen eşkere kir
Esad: Em girîngiyê nadin gefên Amerîkayê yên bo parastina HSDê
Etîketan:
Kim Jong-un, Trump, Lutkeya Sîngapûrê, Amerîka, Koreya Bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de