03:05 18 Hezîran 2018
G7 - Kanada

Danezana hevpar a G7an hat ragihandin

© REUTERS / Adam Scotti
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî Lutkeya G7an a ku li herêma Gharlevoix a Kanadayê hat lidarxistin, danezaneke hevpar hat ragihandin.

Di danezana 7 welatên pêşketî yên cîhanê de hat diyarkirin ku mebesta wan avakirina dinyayeke têr aştî, aramî û ewlehî ye ku wan li ser hevkariyê li hev kiriye.

Hat ragihandin ku di G7an de biryar hatiye wergirtin ku derbarê guhertina kişweriyê û mijarên enerjiyê de welatên G7an ligel hev kar bikin.

'LIGEL SEKNA TRUMP DÎSA JÎ SERKEFTÎ BÛ'

Serokê serdemê yê G7an Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ragihand ku tevî sekna Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê bazirganiyê de jî di encama lutkeya du rojan de wan serkeftineke mezin bi dest xistiye.

Di danezana lutkeya G7an de hat ragihandin ku seroktiya demê ya G7an di sala 2019an de derbasî Fransayê û dê Lutkeya G7an a 45emîn li Fransayê were lidarxistin.

Bi heman mijarî:

Şener navên kesên ku bi Erdogan re çûne cem Fethullah Gulen eşkere kir
Esad: Em girîngiyê nadin gefên Amerîkayê yên bo parastina HSDê
Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser betalkirina dengan daxuyanî da
Ji Rûsyayê di derbarê hevdîtina muhtemel ya Trump û Pûtîn de daxuyanî
Merkel: Di navbera nêrînên me û yên Trump de cudahiyên ber bi çev hene
Macron destê Trump givaşt
Etîketan:
G7, Amerîka, Kanada
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de