13:29 23 Hezîran 2018
Seul- Güney Kore

Bajarên ku herî zêde dunyayê qirêj dikin hatin tesbîtkirin

Sputnik
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Ji Norweç, Siwêd, Amerîka û Japonyayê pisporên xwezayê lê xebitîn ku bajarên herî zêde dunyayê qirêj dikin tesbît bikin.

Li gorê encama lêkolîna pisporan di dunyayê de bajarê ku herî zêde dunyayê qirêj dike, payîtexta Koreya Başûr Seul e. Li gorî daneyên rapora lêkolînê bajarê Seul di sdaklê de 276.1 megaton karbondioksit belav dike.

Bajarê ku di rêza duduyan de cih digire bajarê Çînê Guangzhou ye. Ev bajar jî di salekî de 272 megaton karbondioksit belav dike. Bajarê Amerîkayê New York jî bi 233.5 megaton karbondioksitê bûye bajarê sêyemîn. Çend bajarên din yên di lîstê de cih girtin e ev in:

Moskowa (15) — 99.5 megaton;

Stanbol (26) — 70.9 megaton;

St. Petersburg (79) — 29.6 megaton;

Enqere(80) — 29.3 megaton.

Bi heman mijarî:

Kîjan bajar herî zêde li ser Googlê li navê Selahattin Demirtaş geriyaye?
Bajar bi bajar namzedên HDPê
Baraneke tund li Hewêrê rabû: Bajar di bin avê de ma
Etîketan:
Amerika, seul, bajar, cihan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de