22:19 18 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin, Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping, Serokê Dewleta Mogolistan Khaltmaa Battulga

Şi: Rêxistina ŞIOyê bûye hêzeke girîng

© Sputnik / Alexei Druzhinin
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping di warê Zîrweya ŞIOyê ya li bajarê Çingdao yê girêdayî eyaleta Şandongê ya Çînê de ji bo mêvanan xwarin amade kir. Cinping derbirî ku ŞIO di warê birêvebirina kureyî û piştgirîkirina ewlekariyê ya herêmî de hêzeke girîng e.

Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping got, Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê (ŞIO) bi welatên namzed, çavdêr û hevkarên diyalogê di warê rêveberiya kureyî û piştgirîkirina ewlekariyê ya herêmî de bûye hêzeke girîng.

Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping di axaftina xwe ya li ser xwarinê de anî ziman ku di çarçoveya ŞIOyê de di qadên aborî, ewlekarî û hevkariya çandî de encamên baş hatine wergirtin û got, "Rêxistin îro bi 8 dewletên endam, bi 4 dewletên çavdêr û bi 6 dewletên hevkar ên diyalogê di warê rêveberiya kureyî û piştgirîkirina ewlekariyê ya herêmî de bûye hêzeke girîng."

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin, Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, Serokê Dewleta Kazakistanê Nûrsiltan Nazarbayev, Serokwezîrê Kirgizistanê Sooronbay Ceenbekov, Serokwezîrê Tacikistanê Îmamalî Rahman, Serokomarê Pakistanê Memnun Husên, Serokomarê Ozbekistanê Şevket Mirziyoyev li ser xwarinê amade bûn.

ŞIO di sala 2001ê de ji aliyê Rûsya, Çîn, Kazakistan, Kirgizistan, Tacikistan ve Ozbekistan ve li Şanghayê hat damezirandin.

Bi heman mijarî:

Dîmenên rengîn ji defîleya Victoria's Secret a li Şanghayê
Kazakistan: Em piştgiriyê didin endamtiya Îranê ya ji bo Şanghayê
Kazakistan: "Tirkiye, ji bo endamtiya Şanghayê serlêdana fermî nekiriye"
Damezirînerê Rêxistina Hevkariya Şanghayê Îvaşov tê Tirkiyeyê
Surprîza Pûtîn bo serokê Çînê Şi Cinping diyar bû
Çînê yekem ‘nîşaneya dostaniyê' da Pûtînî
Li Çînê di kana madenê de teqîn: 11 kanker mirin
Etîketan:
Serokê Dewleta Çînê, Serokê dewleta Rûsyayê, Şi Cinping, Vladimir Putin, Çîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de