09:49 23 Hezîran 2018
Zanîngeha Stenbolê

Di lîsteya zanîngehên cîhanê de, zanîngehên Tirkiyê neketin nav 400î

© AFP 2018 / YASIN AKGUL
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Saziya dereceyê ya perwerdehiya bilind a Brîtanyayê QS, lîsteya rêza zanîngehên cîhanê ya sala 2019an weşand. Wek salên berê ji Tirkiyeyê ti zanîngeh neketin nav 400 zanîngehên cîhanê.

Li gor nûçeya Rojnameya Hurriyetê, Saziya Dereceyê ya Perwerdehiya Bilind a Brîtanyayê QS, her sal lîsteya zanîngehên cîhanê ji raya giştî re parve dike, herwiha di lîsteya îsal de jî ji Tirkiyeyê ti zanîngeh di rêza zanîngehan de neketin nav 400î. Ji xeynî 10 saziyên tirk ku ketin lîsteyê, zanîngehên din rêza xwe ya berê jî winda kirin. Bilkent li gor sala par ji 421an daket 456an, ji aliyê din ve Zanîngeha Koç di rêza 448an de cih girt û ket pêş Bilkentê. Sabanci di navbera 501-510an de, Bogaziçi 571-580î û ITU 651-700î de bi cih bûn.

Herwiha di rêza ewil ya lîsteyê de Enstîtuya Teknolojiyê Massachusetts (MIT) cih girt. Stanford di rêza duyem û Harvard jî di rêza sêyem de bi cih bûn.

Bi heman mijarî:

'Heta ku em dengê xwe bilind nekin zanîngeh dê bibine qurbanê desthilatdariyeke yekdeng'
Hikûmeta Sûriyê li Rojava zanîngeh girt
Etîketan:
zanîngeh, perwerdehî, zana û rayedar, QS, Brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de