01:27 18 Hezîran 2018
Joohee Han

Jina birîndar li Awûstûryayê di xwezaya hov de 6 roj derbas kir

© AP Photo / Australian Broadcasting Corporation
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li xwezaya hov a Awûstûryayê jina koreya başûrî winda bû, piştre ji jor li erdê ket û birîndar bû, her wiha piştî 6 rojan sax hat dîtin û rewşa ya tenduristiyê baş e.

Rayedarên polîsan ragihand ku jina 25 salî ya Koreya Başûr Joohee Han, dema li bajarê Tully a eyaleta Queenslandê derket meşê, li daristanê winda bû. Li xwezaya hov bi tena serê xwe û wek birîndar 6 roj derbas kir, paşê ji aliyê tîmên lêgerînê ve hat dîtin.

Wezîfedara serwîsa ambûlansa Queenslandê Hannah Gaulke jî eşkere kir ku Joohee li daristanê ji cihekî jor ketiye erdê û bi saetan ji ser hişê xwe ve çû ye, Joohee dema hat ser hişê xwe, bi çarpiyan xwe nêzî zinar û sûlavê dike û li vir 6 rojan derbas dike.

​​Gaulke, bibîr xist ku hevalên Joohee dema windabûna wê ragihandin, ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê dest bi xebatan kirin, piştî ku ew dîtin rakirin nexweşxaneyê. Di kontrola ku hat kirin de rewşa tenduristiyê ya Jooheeyê baş e.

Etîketan:
birîndar, jiyan, xwezaya hov, winda, Koreya Başûr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de