05:56 21 Hezîran 2018
Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, Moşeka bi tîpa Hwasong-14 kontrol dike

'Koreya Bakur platforma qada ceribandina moşekên balîstîk rakir'

© REUTERS / KCNA
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Malpera '38 North' a girêdayî Saziya Stimson Center a DYAyê, agahiyên ku spart wêneyên ji peyka bazirganiyê, ragihand ku Koreya Bakur platforma bo cerindandinên moşekên balîstîk bikartanî ji qada ceribdandinê rakir.

Li gor raporta malpera bi navê '38 North'ê "Piştî ku lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un di nîsanê de ceribandinên moşek û çekên nukleerê yekalî dabû sekinandin, di wêneyên ji aliyê peykên bazirganiyê ve hatine kişandin, tê dîtin ku Koreya Bakur platforma moşekan a ceribandinê ya li bajarê Kusongê hilweşandiye.

Li gor analîza S. Bermudezê ku derbarê Îstaxbarat û Berevaniya Koreya Bakur de kir, destnîşanî wêneyên di 19ê Gulanê de ji aliyê peykêve hatine kişandin kir ku ji qada ceribandinê hin avahî ji cihê xwe tên kirin, hin tesîs jî tên hilweşandin.

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Fikra ku dê di navbera Koreya Bakur û Amerîkayê şerek derkeve, dilê mirov dixelîne
'Esad dixwaze serdana Koreya Bakur bike û Kimî re bicive'
Trump ragihand: Lutkeya Koreya Bakur 12ê Hezîranê li Sîngapûrê tê lidarxistin
Lavrov: Peymanên Amerîka û Koreya Bakur divê berjwendiyên hemû aliyan bigirin ber çavan
Lavrov li Koreya Bakur bi Kîm re hevdîtinek pêk anî
Etîketan:
nukleer, moşek, balîstîk, kore, '38 North'ê, Koreya Bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de