01:18 18 Hezîran 2018
Nîkol Paşînyan

Ermenîstan: Em ji bo hevdîtinên Qerebaxê amade ne

© REUTERS / Gleb Garanich
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan piştrastkir kû amadeye bi Serokê Azerbeycanê Îlhan Aliyêv re li ser çaresariya rewşa Qerebaxê gotûbêjan pêkbîne û ragihand kû ew bi îsrare kû beşdarîya pêvajoya gotubêjên Qerebaxê bike.

Paşînyan roja pêncşemê di civîna parlamentoyê de tekez kir ku, `Ez bi xwesteka xwe nikarim li ser navê gelê Qerebaxê destûrê ji xwe re derxînim. Ji bo vê yekê ne bingeheke huquqî, ne ya siyasî û ne jî ya exlaqî heye. Gelê Qerebaxê xwedî hikumet, Meclîsa Neteweyî û serok e û nunertiya wî tenê nûnerekî rewa dikare bike`.

Tevî wê Paşînyan destnîşan kir ku amadeye bi serokê Azerbeycanê re di çarçova grûpa Mînskê ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî li Ewropayê gotubêjan pêkbîne, lê ji bo wê pîwîste her tişt bê kirin kû ew gotûbêj bi bandor bin. Herwiha Paşînyan balê kişand ser giringiya pêkanîna rêkeftinên kû berê hatibûn kirin.

Bi heman mijarî:

Li Ermenistanê hikûmeta nû ava bû
Paşinyan: Nasîna Qerebaxê ya li qada navdewletî dê wê bi Ermenistanê re bike yek
Serokwezîrê Ermenistanê yê nû diyar bû
Kremlin: Encamên hilbijartinê çi bin jî divê têkiliyên me li gel Ermenistanê dewam bikin
Etîketan:
amade, hevdîtin, Nîkol Paşînyan, Ermenistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de