20:27 20 Hezîran 2018
Fuego

Di bobelata çiyayê agirîn ê Guatemalayê de hejmara miriyan zêde bû

© AP Photo / Rodrigo Abd
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li Guatemalayê teqînên çiyayê agirîn Fuego, bû sedema mirina 99 kesan. Heta niha li herêmê termên 99 kesan hatine dîtin, bi tenê nasnameya 25 kesan hatine tespîtkirin, herwiha bi sedan kes jî winda ne.

Enstîtuya Zanistê ya Edlî ya Nenetweyî daxuyand ku heta niha ji ber teqînên çiyayê agirîn Fuego 99 kesan jiyana xwe ji dest dane û heta niha bi tenê nasnameya 25 kesan hatiye diyarkirin. Hat ragihandin k udi bobelatê de ji xeynî miriyan 150 kes jî winda ne. Herwiha hat eşkerekirin ku xebatên lêgerînê ji ber teqînên biçûk tên astengkirin û şensê kesên winda jî pir kêm e.

Roja yekşemê li paytext çiyayê Fuegoyê ku 40 km dûrî Guatemala Cityê ye teqîn pêk hatibûn û xwelî pijiqandibû, di encama teqînê de gelek xaniyên gundê El Rodeo tune bibûn. Piştî teqînan gelek kes birîndar bibûn û 12 hezar kes ji cih û warên xwe hatibûn dûr xistin.

Etîketan:
teqîn, Guatamala
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de