04:20 22 Hezîran 2018
Otobus - qeza

Protesto berdewam in: Di 3 rojan de 50 otobus hatin şewitandin

© AFP 2018 / STR
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li eyaleta Minas Gerais a Brezîlyayê di çalekiyên protestoyî yên 3 rojan de 50 otobusên aîdî şaredariye hatin şewitandin.

Walîyê eyaleta Minas Geraisê Fernando Pimentel di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Di nava 3 rojên dawî de li 26 şaredariyan gelek bûyerên tundûtujî pêk hatin. Di nava van de ji xeyrî şewitandina banka, postxane û avahiyen qereqolan 50 otobusên aîdî şaredariyan jî hatin şewitandin. Herwiha di bûyeran de 47 kes hatin binçavkirin."

Fernando Pimentel di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Rêxistinên sûcî yên li girtîgeha eyaletê ji ber sîstema girtîgehê van bûyerên tundûtujî organîze dikin."

Herwiha hefteya borî ji bo pêwendiya mehkûman bi kesên derve re were astengkirin jammer li girtîgeha eyaletê hatibûn bicihkirin.

Bi heman mijarî:

‘Gulen direve Brezîlya an jî Arjantînê'
Brezîlya di keştiya xerabe de, bi Titancê dikene
Brezîlya ditirse bibe hedefa DAIŞê
Li Paragûay, Arjantîn, Brezîlya û Ûrûgayê lehî: 4 mirî 170 hezar bêwar
Brezîlya: 'Ewropa di mirina Alan Kurdî de gunehkar e'
Etîketan:
Waliyê eyaletê, Fernando Pimentel, Brezîlya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de