22:11 18 Hezîran 2018
Penaber - koçber

Keştiya ku 100 penaber têde binav bû: 40 kes mirin û 16 jî winda ne

© AP Photo/ Halit Onur Sandal
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li qeraxa Yemenê keştiya ku penaberên efrîqî têde bûn binav bû, di encamê de 40 penaber mirin û 16 jî winda ne.

Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî (IOM) di daxuyaniya xwe ya li ser hisabê medya civakî yê Twitterê de got: "Keştiya ku 100 penaberên ji welatên Etiyopya, Cibuti, Somali û Eritreyê têde bûn li qeraxa Yemenê ji ber sedemeke ne diyar binav bû.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama binavbûna keştiyê de 40 penaberî canê xwe ji dest da, 16 jî winda ne û 39 kes jî hatine rizgarkirin.

Li gor nûçeyên çapemeniya Yemenê, bûyer li qeraxa Hadramevt a rojhilatê Yemenê qewimî. Penaberên efrîqî bi heviya ku derbasî welatên kendavê bibin dikevin rê û beşek penaber ji sala 2014an ve li Yemenê dimînin.

Bi heman mijarî:

Li Behra Spî 80 penaber hatin rizgarkirin
Di nava salekê de 618 zarokên penaber winda bûn
Di nava salekê de 12 zarokên penaber xwe kuşt
‘Tenê yek penaber jî nikare vegere Şingalê’
Penaberên Iraqî: Bila êdî şer derneyên, em naxwazin bibin penaber
Saakaşvîlî: Wê nikaribin welatîbûnê ji min bistînin û ez ê nebim penaber
Etîketan:
Penaberên efrîqî, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de