04:57 22 Hezîran 2018
Santrala Nukleerî ya Buşehrê li Îranê

Fransa: Îran nêzê xeta sor dibe

© AP Photo /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Îran ragihandibû ku “ger peymana nukleerî bi dawî bibe em ê bernameya xwe ya pêşvexistina uranyûmê cardin bidomînin.” Li ser vê daxuyaniyê Fransa got ku “Îran bi vê gavê nêzê xeta sor dibe.”

Serokê Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ji radyoya Fransayê ya bi navê Europe 1 re di derbarê biryara Îranê ya ‘destpêkirina pêşxistina uranyûmê' de axivî. Drian destnîşan kir ku: Ev gava ku Îranê avêt helbety li me xweş nehat lê divê bê zanîn ku ev daxwaziya Îranê ne li derveyê şertên Peymana Nukleerî ya di 2015an de hat îmzekirinê ye.

Le Drian axaftina xwe wiha domand "bi min ev tevgera Îranê li gelekan xweş nehat, lê ev jî dide nîşan ku Tehran ji biryara qedandina peymana nukleerî gelek adiz bûye. lê em dizanin ku plana îranê ya pêşxistina uranyûmê di çarçoveya Peymana Viyanayê de tê kirin, daxuyaniyên Îranê ne li derveyê sînorê peymanê bû.

Bi heman mijarî:

Netanyahû: Îran eniya nûkleerî ji bo jinavbirina Îsraîlê dixwaze
Îran: Em piştgiriya hewlên Rûsyayê yên ku ji bo Şamê dide dikin
Netanyahu: Li her dera Sûriyeyê Îran ji me re hedef e
Îran û Kurdistanê di navbera xwe de dest bi bikaranîna pergala elektronîkî kir
Etîketan:
amerîka, nukleer, îran, Jean-Yves Le Drian, fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de