05:45 21 Hezîran 2018
Balafirgeh - Balafir - Kurdistan

Balafira ku 10 kes têde bûn winda bû

© Sputnik / Osman Başqalî
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li bajarê Kitale yê Kenyayê balafira rêviyan ku 10 kes têde bûn winda bû.

Îran -  Balafir
© AFP 2018 / GIUSEPPE CACAC
Îdareya Hewageriya Sivîl a Kenyayê (KCAA) di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got: "Balafireke biçûk a rêviyan ku ji bajarê Kitaleyê diçû Nairobiya paytext a aîdî şirketa Fly Saxê ji pêlgirê winda bû."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku herî dawî bi seeta herêmî li derdora 14:00an hatiye dîtin û di balafirê de 8 rêwî û 2 muretebat hebûn.

Hêzên ewlehî û yên afadê ji bo dîtina balafira windayî xebata xwe ya lêgerîn û rizgarkirinê dane destpêkirin.

Herwiha li gor îdîaya televîzyonên herêmî, dibe balafira rêwiyan li herêma çiyayê Aberdaresê ku dikeve beşên navîn ên welat ketibe.

Bi heman mijarî:

Berî nêzî 40 salan balafir hatibû xistin, pîlot nû sax hat dîtin
Li Îranê balafir ket
Li Îranê balafir ket: 2 kes mirin
Li Katalonyayê balafir ket: 3 kes mirin
Iraq: Roja hilbijartinan balafir ranabin, derî girtî ne
Etîketan:
Îdareya Hewageriya Sivîl a Kenyayê (KCAA), Kitale, Kenya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de