09:47 23 Hezîran 2018
teqîn

Li dijî konvoya leşkerî êriş: 2 jê parlamenter 9 kesan canê xwe ji dest da

© REUTERS /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li Somaliyê li hemberî konvoya leşkerî êrişek pêk hat, di êrîşê de 2 jê parlamenter 9 kesan canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên berdest, rêxistina terorîst Eş-Şebabê li herêma Şabela Navîn ku dikeve başûrê Somaliyê li hemberî konvoya leşkerî êrişeke xwekujî pêk anî. Li gor agahiyan di êrişa terorîstî de 2 parlamenterên meclisa herêmî jî canê xwe ji dest dane.

Piştî êrişa terorîstî ya li hemberî konvoya leşkerî di navbera hêzên ewlehî û milîtanên terorîst de pevçûn derketiye, di encama êrişa xwekujî û pevçûnan de 2 parlamenterên meclisa herêmî jî di nav de 9 kesan canê xwe ji dest da.

Berpirsyariya êrişa xwekujî rêxistina terorîst Eş-Şebabê girte ser xwe.

Bi heman mijarî:

Li Somaliyê êrîşa bombeyî: Gelek kes mirin û birîndar bûn
Li Somaliyê êrişa bombeyi: 13 kuştî û gelek birîndar
Fermandarê tabûra Somaliyê ya li Donetskê Tolstih hat kuştin
Li Somaliyê li dijî otelê êriş: 6 kuştî û bi 10an birîndar
Neteweyên Yekbûyî: "Li Somaliyê 71 hezar zarok bi mirinê re rû bi rû ne"
Li Somaliyê li dijî baregeha leşkerî êriş: 50 kuştî
Etîketan:
Li Somaliyê êrişa xwekujî, Somalî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de