09:53 19 Hezîran 2018
Pedro Sanchez li Îspanyayê bû yekem serokwezîrê ku bi încîlê sond nexwar.

Yekem serokwezîrê xwedênenas ku bi încîlê sond nexwar ket dîrokê

© REUTERS / Fernando Alvarado
Cîhan
Lînkê kurt
0 02

Pedro Sanchez li Îspanyayê bû yekem serokwezîrê ku bi încîlê sond nexwar.

Pedro Sanchezê xwedênenas û serokê Partiya Karkêrên Sosyalîst a Îspanyayê, wek serokwezîrê Îspanyayê hat hilbijartin, lê cara yekem di dîroka wî welatî de serokwezîrek bêyî sondxwarina bi încîlê dest bi karê xwe dike.

Pedro li pêşberî qral sonda ku dest bi kar bike xwar, lê încîl di merasîma sondraxwarinê de tune bû.

Li Îspanyayê sala 2014an sondxwarin jî di nav de hinek seremoniyên olî hatibûn guhertin ku êdî rayedarên dewletê karibûn biryara xwe li ser bijardeyekê ji wan bidin.

Sanchez beriya were hilbijartin jî gelek caran li dijî kiryarên kilîseya katolîkan derdiket ku dixwest bexşên wê bên kêmkirin.
Partiya Sanchez di parlamena 350 kursiyan de, xwedî 84 kursiyan e ku di nirxandinan de tê gotin ku zehmet e hinek biryaran ji parlamentoyê derbas bike.

Bi heman mijarî:

Sûriyê bang li NYyê kir: Koalîsyon welatiyên Dêrazor, Reqa û Hesekê bombe dike
Amerîka: Ger Tirkiye ji Rûsyayê çekan bikire, dibe ku ji bernameya F-35an bê derxistin
Maça dostaniyê ya Rûsya-Tirkiye bi yeksaniyê bidawî bû
Dadgehê li ‘akademisyena aştîxwaz' Ersanliyê salek û 3 meh cezayê girtîgehê birî
Li seranserê dinyayê çend baregehên Rûsya û Amerîkayê hene?
Polîsan mudaxaleyî çalakîya HDPê ya hilbijartinê kir: 2 kes hatin desteserkirin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de