19:00 23 Hezîran 2018
Çîn-Kana Madena Komirê

Li Çînê di kana madenê de teqîn: 11 kanker mirin

© AP Photo / Mark Schiefelbein
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin li eyaleta Liaoning a Rojhilata Bakurê Çînê di kana hesinî de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 kanker jî di kanê de asê man.

Li gor nûçeya CCTVyê li bajarê Benxi ya girêdayî eyaleta Liaoningê ya Çînê, di kana cewherê hesinî de li gor saeta herêmê di 16.10an de teqîn pêk hat. Kemyona tije teqemenî ya kana ku girêdayî Şîrketa Koma Komira Neteweyî ya Çînê înfîlak kir. Di encama teqînê de 11 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 9 birîndarin, 25 kanker jî di kanê de asê man.

​Hat ragihandin ku bi kankeran re têkilî hatiye danîn û ekîbên lêgerîn û xillaskirinê ji bo cihê bûyerê hatina şandin. Li Çînê ji ber kêmasiya tevdîrên ewlehiyê pir caran bobelatên kanê pêk tên. Di meha par a Gulanê de li eyaleta Hunan di kana komirê de 18 kankeran jiyana xwe ji dest dabûn.

Bi heman mijarî:

Li Şirnexê 3 kesan li kana madenê ji ber xazê jehrî bûn
Li Îranê di kana madenê de teqîn: Herî kêm 50 karker di bin madenê de ne
Li Şêrwanê karkerên kana madenê dest bi çalakiya rawestandin a kar kir
Etîketan:
karker, kanker, komir, kana madenê, CCTV, Çîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de