10:08 19 Hezîran 2018
Cixare

Bedena însan çawa ji nîkotînê paqij dibe?

© AP Photo / Nam Y. Huh
Cîhan
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 11

Bandora nîkotînê li ser bedena mirovên ku cixarê vedixwun dibe bi salan dewam bike.

Bandora nîkotînê li ser bedena mirovên ku cixarê vedixwun dibe bi salan dewam bike. Li gor pisporan hinek madeyên wek fêkî û şînahî nîkotînê ji bedenê paqij dike. Kerem bikin em bi hev re temaşe bikin.

Hûn dikarin nîkotîna kezeba spî bi Kiviyê paqij bikin. Kivi nîkotînê ji bedenê der dike û wek depoyeke biçûk a vîtamînê ye.

Kîvî
© Foto : Twitter
Kîvî

Eger hûn cixarekêş bin divê hûn bizanibin ku nîkotîn sê rojan di bedenê de dimîne. Li hember zirardayîna nîkotînê ya çerm ava Gêzeran pir baş e. Gêzer ji hêla vîtamînan ve dewlemend e, çerm nûjen dike û nîkotînê ji bedene der dike.

Ava Gêzeran
© Foto :
Ava Gêzeran

Hûn dikarin kezeba spî bi xwarina gihayê Gezgezkê jî paqij bikin. Di gihayê Gezgezkê de gelek madeyên mîkropkuj û demir heye. Bi saya Gezgezkê hûn dikarin bedena xwe ji nîkotînê paqij bikin.

Gezgezk
© Foto : Twitter
Gezgezk

Ne tenê ji bo paqijiya nîkotînê ji bedenê ji bo derkirina gelek madeyên bi jahr, serêş û kîlodayînê (zeîfbûn) vexwarina avê pir girîng e. Divê her mirov rojane 3 lître av vexwe.

Av û lîmon
© Foto : Twitter
Av û lîmon

Bi heman mijarî:

Zanayê olî yê mezin: Cixare rojiyê naşikîne
Etîketan:
Jiyana bextewer, Cihan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de