05:44 21 Hezîran 2018
FARC

Artêşê li sînor operasyon li dar xist: 6 milîtan hatin kuştin

© AP Photo / Rodrigo Abd
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Artêşa Kolombiyayê li sînorê Ekvadorê li hemberî milîtanên FARCê operasyonek li dar xist, di operasyonê de 6 gerîlayê FARCê hatin kuştin.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, li başûrê welat li çoltera bajarê Tumaco yê girêdayî eyaleta Narinoyê di operasyona leşkerî de şer û pevçûnên dijwar qewimîn.

Di pevçûnan de 6 gerîlayên Hêzên Çekdarên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ku peymana aştiyê qebûl nekiribûn hatin kuştin. di operasyonan de 11 çekên lûledirêj, demançe û gelek amûrên rêxistinî hat desteserkirin.

Hêjayî gotine ye ku milîtanên FARCê yên di bin rêvebiriya Walter Patricia Arizala Vernazayê Ekvadorî ‘Guacho'de bûn meha adarê 2 jê rojnamevan 3 kes revandibûn û rehine di meha nîsanê de hatibûn kuştin. Ekvador jî ji ber problemên ewlehî yên herêmî ji garantoriya navbera Kolombiya û Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) vekişiyabû.

Bi heman mijarî:

FARC cara ewil wek partiyek siyasî beşdarî hilbijartinan bû û bi 5 nûneran ket senatoyê
Piştî peymana aştiyê li Kolombiyayê FARC dîkeve parlamentoyê
FARC: Prosesa çekdanînê destpê kir
FARC prosesa çekberdanê dide destpêkirin
FARC: Ti giringiya referandûmê nîne
Etîketan:
Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN), Kolombiyayê ji bo endamên FARCê efû derxist, Kolombiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de