04:15 22 Hezîran 2018
Li Guatemalayê teqîna ararat

Hejmara miriyan derkete 62an

© REUTERS / MINGOB/PNC/via REUTERS
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku hejmara kesên ku di teqîna araratê Fuego yê Guatemalayê de canê xwe ji dest daye gihîşte 62an.

Li gor zanyariyên berdest, lavên araratê gelek malên gundê El Rodeoyê herifandine û gelek însan jî şewitîne. Li gor daxuyaniya Ajansa Afat a Guatemalayê hejmara kesên ku ji ber teqîna araratê canê xwe ji dest dane gihîşte 62an.

Araratê Fuegoyê 40 kîlometro li başûrê rojavayê paytextê Guatemalayê dikeve û hê jî kevir, duxan û tiravê davîne.

Li gor agahiyan gelek kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyan û metirsî heye ku hejmara miriyan zêde bibe. Teqîna araratê li herêmê bandor li milyonek û 700 hezar mirovî kir.

Bi heman mijarî:

Li Guatemalayê şewata sêwîxaneyê: 19 zarok mirin
HSDê bersiv da nûçeyên ku li beregeha leşkerî ya Amerîkayê teqîn çêbûye
Li Idlibê teqîn: 2 sivîl mirin, 50 kes jî birîndar bûn
Li Colemêrgê li nêzîkî parêzgariyê du teqîn çêbûn
Li Babê li nêzî marketa Yunis teqîn: 9 birîndar
Etîketan:
Li Guatemalayê araray teqiya, Guatemala
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de