09:08 18 Hezîran 2018
Çêlek

Cerdevan û dizê çelekan bi hev ketin: 23 kuştî û gelek birîndar

© REUTERS / Mathieu Belanger
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li eyaleta Zamfara ya Nîjeryayê di navbera cerdevan û dizê çêlekan de şer derket, di encama şerê dijwar de 23 kes hatin kuştin.

Li gor zanyariyên berdest, êrişkarên ku bi motorsikletan çûne gundê Zanokaya eyaleta Zamfarayê bi çekên lûledirêj êrişî sivîlan kirin û malên gundiyan dane ber agir. Piştî êrişê di navbera cerdevan û êrişkaran de şerekî dijwar derket. Di encama şer de herî kêm 23 kes hatin hatin kuştin, gelek gundî birîndar bûn û bi dehan jî mal hatin şewitandin.

Li herêmê di van demên dawî de şer û pevçûnên navbera dizê çêlek û cerdevanan zêde bû. Li gor agahiyan li eyaleta Zamfarayê di 7 salên dawî de zêdetirî 10 hezar çêlek hatine dizîn.

Li gor agahiyên fermî, hejmara kesên ku di êrişên diziyê de têne kuştin ji hejmara sivîlên ku di êrişên terorîstî yên Boko Haramê de têne kuştin zêdetir in.

Bi heman mijarî:

Li Nîjeryayê di êrişekê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Nîjeryayê salê 300 hezar însan ji tayê canê xwe ji dest didin
Li Nîjeryayê ji ber kolerayê 28 kesan canê xwe ji dest da
Li Nîjeryayê êrişa xwekujî, 14 kes mirin
Nîjeryayê dest danî ser keştiya ku ji Tirkiyeyê bi rê ketibû
Etîketan:
Dizê çêlekan, Cerdevan, Nîjerya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de