18:57 23 Hezîran 2018
Eş-Şebab

Li hemberî rêxistinê operasyon: 27 kuştî

© REUTERS / Noor Khamis
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandariya Amerîka ya Hêzên Efrîqeya (AFRICOM) di daxuyaniya xwe de ragihand ku di êrişa dijî Eş-Şebabê de 27 milîtanên rêxistinê hatin kuştin.

Fermandariya Amerîka ya Hêzên Efrîqeya (AFRICOM) li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê derbarê êrişê de daxuyaniyek belav kir. AFRICOMê di daxuyaniya xwe de got: "Roja şemiyê li hemberî milîtanên rêxistina terorîst a Eş-Şebabê li herêma Bosaso yê bajarê Puntlandê êrişeke hewayî hat li darxistin."

Li gor daxuyaniyê, êrişa hewayî ya dijî rêxistinê bi hikûmeta Somaliyê re bi kordîne hat kirin, di êrişê de 27 milîtanên terorîst hatin kuştin û sivîlan ji ve êrişê ti zirar nediye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev operasyona dawî yek ji operasyona herî mezin a îsal ku li hemberî Eş-Şebabê tê lidarxistin e.

Bi heman mijarî:

Li Somaliyê êrişa bombeyi: 13 kuştî û gelek birîndar
Li Somaliyê êrîşa bombeyî: Gelek kes mirin û birîndar bûn
Trump Pentagon ji bo êrîşên asmanî yên ser Somaliyê erkadar kir
Fermandarê tabûra Somaliyê ya li Donetskê Tolstih hat kuştin
Li Somaliyê li dijî otelê êriş: 6 kuştî û bi 10an birîndar
Etîketan:
AFRICOM, Eş-Şebab, Somalî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de