03:16 18 Hezîran 2018
Tîma Milî ya Tûnûsê

Di pêşbirkê de fitara xwe kirin, piştre gol avêtin

© REUTERS / Denis Balibouse
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Di çarçoveya amadehiyên Kûpaya Cîhanê de tîma milî ya Tûnûsê ewil bi Portekîzê re paşê bi Tirkiyeyê pêşbirka dostaniyê lîst. Fitbolîstên tîma tûnûsê di pêşbirkê de bo fitarê tiştekî balkêş pêk tînin. Herwiha di pêşbirka li hemerî Portekîzê jî û li hemberî tîma Tirkiyeyê jî heman metod bikaranîn.

Fitbolîstên tîma milî ya Tûnûsê bi munasebeta meha Remezanê ku rojiyê digrin, di dema saeta fitarê de bi rêbazek balkêş fitara xwe vedikin. Herwiha di pêşbirka li hemerî Portekîzê jî û li hemberî tîma Tirkiyeyê jî heman metod bikaranîn. Kalevan Mouez Hassen herdu pêşbirkan de jî di dema saeta fitarê de wek ku seqetî derbas kiribe xwe bera erdê dide, di vê navberê de fitbolîsên din li kêleka sehê avê vedixwun û difitirin.

Dîmen li ser hesabê twittera alîgirekî tûnûsî hat parvekirin.

DEMA FITIRÎN SKOR JÎ HAT GUHERTIN

Beriya seqetiya Hassen tîma Tûnûsê li dijî Portekîzê 2-1 têk diçû, piştî ku fitirîn bi 6 deqîqeyan gola beranberiyê avêtin û pêşbirk 2-2 qediya. Li hemberî tîma Tirkiyeyê jî beriya fitarê 2-1 têk diçûn, piştî fitar vekirin skor kirin 2-2 û pêşbirk bi vê skorê ve bidawî bû.

Federasyona Fitbola Tûnûsê derbarê mijarê de heta niha tu dauxyanî nedaye. Niha jî çav zîvirîn ser pêşbirka 9 Pûşberê ku di navbera Spanya û Tûnûsê de dê bê lîstin û gelo di dema fitarê de kalevan Hassen dê seqet bibe an na.

Bi heman mijarî:

Gera cîhanê ya kûpaya ji bo lîstikên FIFA 2018a li Moskowê bi dawî bû
Goga Kûpaya Cîhanê ya 2018an derket fezayê
Li ser dîwarên Moskowê kelecana Kûpaya Cîhanê
Li gor sîmulasyona FIFA 18an, serfirazê Kûpaya Cîhanê diyar bû
Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê: Bi çavên alîgiran tîma Fransayê
Etîketan:
kûpaya cîhanê, pêşbirka amadehiyê, pêşbirka dostaniyê, fitbol, Tûnûs
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de