09:48 23 Hezîran 2018
Kim Jong-un

Berî zîrweya Kim û Trump, sererkan û Wezîrê parastinê jî di nav de gelek kes guherîn

© REUTERS / KCNA
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Xebatên zîrweya hevdîtina Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi hemû leza xwe berdewam e. Koreyê berî zîrweyê 3 generalên artêşê guherand.

Kim Yong Chol
© AFP 2018 / COREY SIPKIN
Xebatên zîrweya hevdîtina Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi hemû leza xwe berdewam e. Li gor nûçeya ajansa Koreya Başûr (yonhap) Koreya Bakur berî zîrweya dualî Sererkanê Giştî Ri Myong Su jî di nav de 3 generalên pile bilind ê artêşê guherand.

Yonhapê nûçeya xwe sparte çavkaniyên îstîxbaratî û ragihand ku li şûna Wezîrê Parastinê Pak Yong-sik Cîgirê Wezîr No Kwang-chol, li şûna Sererkanê Giştî Ri Myong Su Cîgirê Sererkan Ri Yong-gil û li cihê Dîrektorê Bûroya Siyasî yê Artêşa Koreya Bakur Kim Jong-gak Kim Su-gil dest bi wezîfê kir.

Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Di têkiliyên navbera herdu Koreyan de hine fîgurên nû hatin. Ji ber ku yên berê di meseleya fikr û nêrînê de pir tund bûn. Kesên nû zêdetir Wezîrê Parastinê No Kwang-chol pir mirovekî munewere û bi nermeyiya xwe tê naskirin.

Bi heman mijarî:

Trump ji hevdîtina Lavrov û Kim kêfxweş nebû
KCNA: Kim û Pûtîn îsal dê hevdîtinekê pêk bînin
Lavrov qutiya tiştên taybet diyariyê Kim kir
Kim Yong serdana Amerîkayê kir
Trump û Kim li Qesra Spî hevdîtinek pêk anîn
Koşka Spî: Amadekariyên hevdîtina Trump-Kim bi awayekî çalak didomin
Etîketan:
Serokê Koreya Bakur, Donald Trump, Kim Jong-un, Koreya Bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de