20:31 20 Hezîran 2018
Araratê Fuego

Araratê Fuego teqiya: 25 mirî û bi sedan birîndar

© REUTERS / Luis Echeverria
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li welatê Guatemalayê araratê Fuego teqiya, di encama teqînê de 25 kesan canê xwe ji dest da û bi sedan jî birîndar bû.

Araratê Fuegoyê di 31ê Gulanê de dest bi avêtina tirav û keviran kiribû. Li gor daxuyaniya hikûmetê gelek avahiyên gundên herêmê di bin alavên araratê de man û di encamê de 25 kesan canê xwe ji dest da û bi sedan welatî jî birîndar bûn.

Hikûmeta Guatemalayê herêmên Escuintla, Chimaltenango û Sacatepéquezê ku alavên araratê bandor lê kirin wek herêma felaketê îlan kir. Bi îlankirina herêma felakete wê alîkarî zûtir bigihîje herêmê.

Serokê Dewletê Jimmy Morales d daxuyaniya xwe de got: "Li gor agahiyan sê herêm wêran bûne. Em ê plana rewşa lezgîn a neteweyî têxin meriyetê."

Hikûmetê ji ber tiravê bangî gel kir ku maskeyan bidin ber pozê xwe. Li gor daxuyaniya dîrektorê CONREDê Sergio Cabanas ararat bandor li milyonek û 700 hezar kesî kir.

Bi heman mijarî:

Pêşangeha Navnetewî ya alavên ezmanî-2015: pêşbaziya firokan bi otomobîlan re
Almanya bi 4 milyon û 400 hezar euroyê alavên leşkerî firotin Tirkiyê
Li Idlibê teqîn: 2 sivîl mirin, 50 kes jî birîndar bûn
Li Colemêrgê li nêzîkî parêzgariyê du teqîn çêbûn
Li resturandeke Kanadayê teqîn: 15 birîndar
Li Babê li nêzî marketa Yunis teqîn: 9 birîndar
Etîketan:
Ararat teqiya, Guatemala
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de