09:55 19 Hezîran 2018
Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

Lavrov: Em bi Ruandayê re ji bo sîstema parastina hewayî di têkiliyê de ne

© Sputnik / Grigory Sysoev
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku “bi Ruandayê re hevkariya me ya di hêla teknîkên leşkerî de pêşve ketine û me ji bo sewqiyeta sîstema parastina hewayî bi Ruandayê re hevdîtinan pêk anî.”

Lavrov bi hevkarê xwe yê Ruandayê Louise Mushikiwabo re hevdîtin pêk anî. Lavrov di hevdîtinê de anî ziman ku "di hêla leşkerî de hevkariyeke me yê pir baş heye. Hêzên Ruandayê vê gavê helîkopterên me bi kar tînin herwiha serwêsa ewlwhiya Ruandayê jî navgînên Ural bi kar tînin. Vê gavê jî em li ser sewqiyata sîstema parastina hewayî diaxivin."

Sergey Lavrov di dewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku: Par di navbera Rûsya û Ruandayê de di hêla hevkariya leşkerî de komîsyoneke hati damezrandin, civîna vê komîsyonê duyemîn em ê li Moskowayê li dar bixin.

Lavrov di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku "di navbera Rûsya û Yekitiya Afîqayê de li ser avakirina peymanekê hevkariyê lihevkirinekê çêbûye."

Bi heman mijarî:

Trump ji hevdîtina Lavrov û Kim kêfxweş nebû
Lavrov qutiya tiştên taybet diyariyê Kim kir
Lavrov: Peymanên Amerîka û Koreya Bakur divê berjwendiyên hemû aliyan bigirin ber çavan
Kremlîn: Lavrov peyama Pûtîn ji Kim re bir
Etîketan:
Hevkarî, ruanda, Lavrov, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de