19:14 23 Hezîran 2018
Yemen

Li Yemenê Şer: 38 kes mirin

© REUTERS / Khaled Abdullah
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li Yemenê li herêma Hudeyde di navbera hêzên Artêşa Yemenê û Hûsiyan de şer derketiye û di encama şer de 36 kesa jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê fermandarê Artêşa Yemenê Ebu Zera el Mahremi ve hat parvekirin "çekdarên Hûsî li herêma El-Fazê êrîşê hêzên Artêşa Yemenê kirin, di şerê di navbera herdu aliyan de 6 jê leşker bi tevahî 36 kes jiyana xwe ji dest dan.

Serokwezîrê Yemenê Ahmed bin Dagr di daxuyaniya xwe ya rojek beriyê destnîşan kir ku "yek ji wan bajarê berbehrê yê herî girîng Hudeyde wê di demeke nêz de ji Hûsiyan were paqijkirin."

Di sala 2014an de li Yemenê Hûsiyan hewla darbeyê kirin û di encamê de gelek bajarên Yemenê hildan bin kontrola xwe. Ji 2014an vir de di navbera Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike û hêzên hikûmetê ku Erebistana Siûdî piştgiriya wan dike de şer heye.

Bi heman mijarî:

Amerîka: Divê Îran hêzên xwe yên li Iraq, Sûriye, Yemen û Libnanê vekişîne
Rûsya: Rewşa di navbera Yemen û Erebistana Siûdî de cihê fikarê ye
Îran: Dibe em li Yemen û Sûriyê baregehên deryayî ava bikin
Etîketan:
îran, yemen, hûsî, yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de