09:55 19 Hezîran 2018
Wezîrê Yekîtiya Koreya Başûr Cho Myoung-gyon û Hempîşeyî yê Koreya Bakur Ri Son Gwon

Di navbera herdu aliyan de hevdîtinên aştiyê cardin dest pê kirin

© REUTERS / Yonhap
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Ji aliyêkî xebatên hevdîtina Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un û yê DYAyê Donald Trump dewam dikin, ji aliyê din ve jî Koreya Bakur bo hevdîtinên aştiyê bi Koreya Başûr re cardin li ser maseyê rûnişt.

Civîna rayedarên Koreya Bakur û Başûr ya li gundê nêzî sînorê herdu dewletan Panmunjomê, piştî hevdîtina Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Mike Pompeo û Cîgirê serokê Koreya Bakur Kim Yong Chol ve hat lidarxistin. Pompeo û Kim îhtîmala hevdîtina Kim-Trump guftûgo kiribûn. Ji aliyê din ve delegeyên amerîkî li Panmunjomê û Singapura ku hevdîtina herdu lîderan dê lê bê kirin jî bi rayedarên koreyî re civîn lidarxistibûn.

Derbarê xebatên aştiya di navbera Koreya Bakur û Başûr de Wezareta Yekîtiya Koreya Başûr daxuyand ku rayedarên herdu dewletan di serê sibehê de li hev civiyane û biyar dane ku li bajaroka Kaesongê ku nêzî sînorê Koreya Bakur e buroya ragihandinê bê vekirin. Wezaretê eşkere kir, hêla bakur avakirina buroyê pejirandiye û bo vekirina wê dest bi xebatan kirine.

Bi heman mijarî:

Ji Pompeo daxuyaniya Koreya Bakur: Ev firsendeke dîrokî ye
Lavrov: Peymanên Amerîka û Koreya Bakur divê berjwendiyên hemû aliyan bigirin ber çavan
Lavrov li Koreya Bakur bi Kîm re hevdîtinek pêk anî
Almanya projeya ‘Herka Bakur 2’ parast
Etîketan:
bakur, hevdîtin, Koreya Başûr, Koreya Bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de