13:32 23 Hezîran 2018
Êrîş - teqîn - Nijerya bajarê Kano

Li dijî noqteya leşkerî êrişa bombeyî: 5 leşker hatin kuştin û bi 10an jî birîndar in

© Foto : Public Domain
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Milîtanên rêxistina terorîst a Boko Haramê li Nîjeryayê bi wesayîta bombekirî êrişî noqteya leşkerî kir. Di encama êrişê de 5 leşker hatin kuştin û bi 10an jî birîndar bûn.

Berdevkê arteşa Nîjeryayê General Texas Chukwu di daxuyaniya xwe ya çapemenî de got: "Milîtanên Boko Haramê bakurê rojhilatê welat li gundê Bita yê eyaleta Bornoyê êrişî noqteya leşkerî kir."

Texas Chukwu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di encama teqîna wesayîta bombebarkirî de 5 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi ambulansan ji bo nexweşxaneyên herêmê hatin veguhestin."

Li gor daxuyaniya Chukwu piştî êrişa bombeyî di navbera hêzên ewlehî û milîtanên rêxistinê de pevçûn derketiye û di encama pevçûnê de gelek milîtan jî hatine kuştin.

Bi heman mijarî:

Li Nîjeryayê ji ber kolerayê 28 kesan canê xwe ji dest da
Li Nîjeryayê salê 300 hezar însan ji tayê canê xwe ji dest didin
Li Nîjeryayê di êrişekê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Nîjeryayê êrişa xwekujî, 14 kes mirin
Li Nîjeryayê êrişa mizgeftê: 20 kuştî
Etîketan:
Berdevkê arteşa Nîjeryay, Texas Chukwu, Nîjerya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de