04:16 22 Hezîran 2018
Twitter

Parlamentoyê pejirand: Yên ku WhatsApp, Twitter û Facebookê bikar bînin wê bacê bidin

© REUTERS / Kacper Pempel
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamentoya Ugandayê digel muxalefeta parlamenterên ciwan jî qanûna bi nîqaş a pejirand. Êdî kesên ku WhatsApp, Twitter û Facebookê bikar bînin wê bacê bidin.

Li gor qanûna ku di parlamentoyê de hat pejirandin, li Ugandayê welatiyên ku bernameyên medya civakî yên wek WhatsApp, Twitter û Facebookê bikar bînê wê rojane 200 şilinê (5cent) Ugandayê bacê bide.

Qanûna nû ji 1ê Tîrmehê pêve li welatê Ugandayê tê sepandin. Parlamenterên ciwan her çend li dijî qanûnê derketin û gotin ev herî zêde wê bandorê li xelkê feqîr ku dahatuya wan di binê dolarekî de ye bike jî, lê biser neketin.

Serokomarê Ugandayê Yowerî Museveni cara yekemîn di meha adara sala borî de bi îdîaya ku wê rê li ber kurtepistan bigre gotibû em ê bacê deynin ser bikaranîna bernameyên medyaya ciwakî.

Bi heman mijarî:

Twitterê hişyarî da: Biguherînin
Twitterê vîdeoyeke YPGê li Tirkiyeyê asteng kir
Twitterê têkçû: astengkirinên herêmî çêdibin
Kremlin: Rûsya ne beşekî dîplomasiyê Twitterê ye
Demîrtaş li ser Twitterê bang kir: Dil miqabilê dil e
Twitter: Xebatkarekî me di roja kare xwe yê dawî de hesabê Twitterê ye Trump jê bir
Etîketan:
Yên ku medyaya civakî bikar bînê wê bacê bide, Uganda
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de