22:13 18 Hezîran 2018
Protesto

Polîsan gule bi ser çalekvanan de reşand: 15 kuştî

© REUTERS / Zoubeir Souissi
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li Nîkaraguayê protestoyên dijî hikûmetê de polîsan gule bi ser çalekvanan de reşand. Di bûyerê de herî kêm 15 kes hatin kuştin.

Li Nîkaraguayê çalekiyên ku di meha nîsanê de li hemberî reforma ewlehî û civakî hatibûn destpêkirin hê jî berdewam in. Heta niha bi dehan însan canê xwe ji dest dan.

Çalekvanên ku îstîfaya Serokê Dewletê Daniel Ortaga û mafê zêdetir ên demoratîk dixwazin protestoyan li dar dixin. Duhî dayikê çalekvanên ku di protestoyan de canê xwe ji dest dabûn jî çalekiyek bi navê ‘Roja Dayîkan' li dar xist.

Li gor agahiyan di protestoya ‘Roja Dayîkan' de kesên nediyar gule bi ser girseyê de reşandin. Li gor zanyariyan di êrişê de herî kêm 11 kesan canê xwe ji dest da. Herwiha wekîlê fermandarê polîsê neteweyî Francisco Diaz di axaftina xwe de ragihand ku di bûyerên seranserê welat de herî 15 kes hatin kuştin."

Bi heman mijarî:

Li Îranê operasyona Efrînê bi girseyî hat protesto kirin
Endamên PEyê êrîşa dijî Sûriyeyê û piştgiriya Fransayê protesto kirin
Kerkûkiyan sextekariyên hilbijartinê protesto kir
Li Dallasê êrîşên ser Efrînê hatin protesto kirin
Çalakvanekî amerîkî bi alaya Rûsyayê Trump protesto kir
Etîketan:
fermandarê polîsê neteweyî, Francisco Diaz, Nîkaragua
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de