13:29 23 Hezîran 2018
Mike Pompeo

Ji Pompeo daxuyaniya Koreya Bakur: Ev firsendeke dîrokî ye

© REUTERS / Leah Millis
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo piştî hevdîtina berpirsê Koreya Bakur Kim Yong-çol li New Yorkê di daxuyaniya xwe de ragihand ku pêşveçûnên baş hene.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo piştî hevdîtinê di axaftina xwe ya çapemenî de got: "Berpirsê Koreya Bakur ji bo nameya Kim Jong-un teslîmî Donald Trump bike dibe here Qesra Spî. Erêniya zîrweyê dê aştî, aramî û ewlehiyê bixwe re bîne."

Mike Pompe di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hebakirina firsendê wê bibe sedema karesatên mezin. Di hevdîtina berpirsê Koreya Bakurî de bi awayekî eşkere min got ku armanca Amerîkayê bi temamî Nîvgirava Koreyê ji çekên nûkleerî paqij bikin e."

Pompeo di dirêjiya axaftina xwe de got: "Eger Kim Jong-un bernameya bêçekbûna nûkleerî qebûl bike rojên ronî li pêşiya Koreya Bakur in. Di dîrokê de firsendê wiha carekê dikevin destê mirov û divê ev neyê hebakirin. Ev ne karekî hêsan, dê bi rojan û hefteyan dewam bike".

Bi heman mijarî:

Lavrov: Peymanên Amerîka û Koreya Bakur divê berjwendiyên hemû aliyan bigirin ber çavan
Koreya Başûr: Kîm ji bo lûtkeya li gel Trumpî re li ser soza xwe ye
Ji Donald Trump daxuyaniya Koreya Bakur
Trump: Dibe ku em di dema xwe de ligel Koreya Bakur bicivin
YE: Têkdana peymana nukleerî wê hevdîtinên bi Koreya Bakur re bixe zorê
Etîketan:
Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo, Koreya bakur, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de