04:21 22 Hezîran 2018
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov- Koreya Bakur

Lavrov: Peymanên Amerîka û Koreya Bakur divê berjwendiyên hemû aliyan bigirin ber çavan

ТАСС/POOL
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li bajarê Prongyangê, paytexta Koreya Bakur beriya hevdîtina xwe ya ligel serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, bi wezîrê karên derve yê wî welatî Ri Yong-ho re civiya.

Piştî civîna dualî Lavrov û Yong-ho civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xist û Lavrov di wê civînê de anî ziman ku peymanên tê plankirin di navbera Amerîka û Koreya Bakur de werin danîn, divê berjewendiyên hemû aliyan li ber çavan bigirin.

'DIVÊ BERJEWENDIYÊN HEMÛ ALIYAN LI BER ÇAVAN WERIN GIRTIN'

Sergey Lavrov destnîşan kir ku mafê wan tune ye midaxeleyê pêvajoya di navbera Koreya Bakur û Amerîkayê de bikin û got, lê em amade ne piştgiriyê bidin peymanên ku berjewendiyên hemû aliyan digirin berçavan. Lavrov got, "Helbet em amade ne piştgiriyê bidin hemû peymanên berbiçav ên ku berjenwendiyên hemû aliyan li ber çavan digirin, ku Koreya Bakur jî di nav de."

Lavrov diyar kir ku Moskow çawa ji ber peywendiya di navbera Washington û Pyongyangê de kêfxweş e, herwisa ji ber peywendiya di navbera Pyongyang û Seulê jî kêfxweş e û hêvî kir ku mizakere bi serkeftî werin lidarxistin.

Wezîrê karên derve yê rûsî herwisa derbirî ku pirsgirêka nukleerê ya li Nîvgrava Koreyê heta mueyîde neyên rakirin, çareser nabe. Lavrov herwisa ragihand ku pirsgirêka nukleerê bi yekcarê ve nayê çareserkirin û ji bo vê yekê dem pêwîst e.

Lavrov derbarê peywendiyên di navbera Rûsya û Koreya Bakur de jî got, ew dikarin di çarçoveya biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de peywendiyên xwe yên aborî bi pêş bixin.

LAVROV KARLOV JÎ BI BÎR ANÎ

Sergey Lavrov herwisa Karlov jî bi bîr anî û kulîlk li ber tabelaya bîrdarî ya wî ya li ser dîwarê Balyozxaneya Rûsyayê berda.

Lavrov ji bo bîrdariyên serokên berê yên Koreya Bakur Kim İl-sung û Kim Jong-il jî tacegulek berda.

Lavrov ji bo tabelaya bîrdariyê ya balyozê berê yê Rûsyayê li Enqereyê Andrey Karlov, ku beriya wê jî balyozê Rûsyayê li Pyongyangê bû, kulîlk danî.
ТАСС/POOL
Lavrov ji bo tabelaya bîrdariyê ya balyozê berê yê Rûsyayê li Enqereyê Andrey Karlov, ku beriya wê jî balyozê Rûsyayê li Pyongyangê bû, kulîlk danî.

Bi heman mijarî:

Kremlîn: Lavrov peyama Pûtîn ji Kim re bir
Lavrov li Koreya Bakur bi Kîm re hevdîtinek pêk anî
Lavrov: Hêzên çekdar yên biyanî, divê derhal ji Başûrê Sûriyeyê derkevin
Lavrov: Ûltîmatom û fişarên bi hêzê yên têkilîdarî Koreya Bakur mehkûmî têkçûnên
Lavrov bo hin hevdîtinan diçe Koreya Bakur
Etîketan:
berjewendî, Wezîrê Karên Derve yê Koreya Bakur, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Ri Yong-ho, Sergey Lavrov, Koreya Bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de