03:14 18 Hezîran 2018
Heather Nauert

Amerîka, naskirina Abxazya û Osetyaya Başûr ya ji aliyê Suriyeyê şermezar kir

© AFP 2018 / MANDEL NGAN
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê naskirina serxwebûna Abxazya û Osetyaya Başûr ya ji aliyê Hikûmeta Suriyeyê ve şermezar dikin.”

Ala Îranê
© AFP 2018 / ATTA KENARE
Abxazya û Osetyaya Başûr di sala 1991an de bi awayek yekalî serxwebûna xwe îlan kiribûn û ji Gurcistanê qetiyabûn. Du roj berê Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku serxwebûna Abhazya û Osetyaya Başûr nas dike.

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê Heather Nauert îro di civîna çapemeniyê de ragihand ku "em Hikûmeta Sûriyeyê şermezar dikin û ji hêzên Rusyayê jî dixwazin ku ji herêmên Abxazya û Osetyaya Başûr derkevin. Lewra Amerîka alîgirê yekperçebûna Gurcistanê ye. Washington gavavêtina Sûriyeyê ya naskirina van herêman bi tundî şermezar dike."

Abxazya û Osetyaya Başûr duhê ragihandibûn ku "Dewleta Sûriyeyê serxwebûna wan naskiriye û ji vir pê de wê bi Sûriyeyê re têkiliyên dîplomatîk deynin."

Bi heman mijarî:

Artêşa Rûsyayê, kontrola ji nedîve li Osetya ya Başûr da destpêkirin
'Amerîka li Sûriyeyê ji bo lîstika êrîşa kîmyewî amadehiyê dike'
‘Ji bo Rûsya û Amerîka bi pirsa kurdî re eleqedar bin divê li herêma wan krîzek hebe'
Serokwezîr Kruz: Amerîka her diçe bêbawer dibe
Etîketan:
abhazya, osetya, Amerika, sûriye, Amedîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de