22:16 18 Hezîran 2018
Polîs

Bi wesayîta bombekirî êrişî polîsan kirin: 9 kuştî û 8 birîndar

© REUTERS / Fayaz Aziz
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku milîtanên Talîbanê li bajarê Logar ê Afganistanê bi wesayîta bombebarkirî êrişî navenda polîsan kir, di encamê de 9 kes hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Berdevkê Midûriyeta Ewlehî yê Logarê Şahpur Ahmadzey di daxuyaniya xwe de ragihand ku wesayîta bombebarkirî li herêma Pul Alem a Logarê di navenda polîsan de hat teqandin û paşî 3 milîtan jî ketin navendê û bi polîsan re ketin pevçûnê.

Şahpur Ahmadzey di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Di êrişê 6 polîsan canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn. Herwiha di pevçûnê de 3 milîtan jî hatin kuştin."

Li gor zanyariyên berdest, rêxistina Talîbanê berpirsyariya êrişê girte ser xwe. Talîbanê di demên dawî de êrişên xwe yên Afganistanê zêde kirin û herî dawî di du roj berê di êrişa bajarê Helmandê de 2 leşker kuştibûn.

Bi heman mijarî:

Vê carê jî şape li Afganistanê rabû
Li paytexta Afganistanê teqîneke bihêz çêbû
Li Afganistanê 3 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest da
‘Amerîka dixwaze milîtanên DAIŞê derbasî Afganistanê bike'
Kabulov: Hejmara milîtanên DAIŞê yên li Afganistanê 10 hezarî derbas bûye
Etîketan:
Rêxistina Talîbanê, Lagor, Afganistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de